Ji te hezdikim ..... ji te hezdikim
ti guman te re hene go tu jina tew ra şêrîn ?
Û jina tewra girîng di cihanê de ?
Ti guman tere hene go çaxa min tu dît...
Min kilîtê dinyayê arzîkir ?
Ti nebawerî tere hene go wexta min bi destî te girt gerdûnê cihanê hate guhartin
Ti nebawerî tere hene go roja tu ketî dilî min
Ew roje bûye roja tewrî mezin di dîrokê de.....
Û nûçeyê tewrî çelengî di cihanê de ?
2
ti guman tere hene bi min tu kî ye ?
tuyî keça ê bi çavê xwe perçeyên demê dagîrkir
tuyî jina ê dişikestand wexta
dîwarê dêngê derbas dibû
ez nizanim çi bi min ra diqeweme ?
wek ku ti evîna mina yekem bû
wek ku min berî te heznekir bû..
wek ku min tucara ji kesî evînnekir bû
zayînê min tu bûyî û berî te ti tişt nêye bîra min go ez hebûm
dapoşê min ti bûyî û berî bêrîkirina te nêye bîra min go ez dijîbûm
wek ku ez ey keybanûya min
ji zikî te wekî serçekekê ez derketibûm ..
3
cem te ti guman hene go tu parçeyê tewrî şêrîn ji xweberê min
û go min ji çavê te agir dizî......
û şoreşên xwe ê tewrî çetin min kir
ey gulê.........
û yaqutê
û reyhanê
û padişahê
û gelêrê
û tu padişaha rewayî di navber padişaha gîya de..
ey masiya ê di ava jîna min da xwe dişo ..
ey hîvê her şev derdikeve ji pencerê peyvan ..
ey niştimanê dawî ê ez têde bûm ..
û têde ez tême veşartin ..
û purtukên xwe têde diweşînim
4
ey jinê dehşetê
ey jina min ...
ez nizanim çawa pêlê ez avêtim ser lingên te
ez nizanim çawa ez hatim cem te ..?
û çawa tu hatî cem min....?
çendî bextê min xweş bû çaxa min tu dît
ey jina ko dikeve îçe çêkirinê helbestê
tu germî wekî xakê deryayê
tu xweşikî wekî şeva qedreyê
çendî helbestê min bedewe bû
çaxa ez li ber destî te çandî bûm....
çendî ez zengîn bûm
û bi hêz bûm ...
ev jî ji qenciya xude li ser min
ti guman tere hene .....
ko peyvên te ji lêvên min dert in !
5
ey agirê wargeyê min talan dike
ey fêkiyê ê şaxên min tijî dike
ey gewdayê qut dike wekî şûr
û lêdixe wekî erdheje
ji min ra bêje.
Çilo ez ke ji pêlên lehiye xelasbim
Ey jina bi pozî ixrîqî ...
Ey jina bi porê ispanî...
Ey jina ko dilan dike bi lingên xast
Li ber derîgehê tamarên min
Tu ji kîrê hati bûyî...... ?
Û çawa hati bûyî..........?
Û çawa te bahuzkir wejdanê min ?
Tu yekî ji qenciya xudê li ser min...
Û tuyê awirê hezkiriniyê û bêrîkiriniyê....
Ey mirariya tewrî buha di destî min da ....
Ah çendî xudiyê min daye min ......
Helbestvan : nîzar qebanî -
Wergirandin: lawiciya