Xwendevanên Azadi
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.
Xwendevanên Azadi

برامج
 
الرئيسيةالرئيسية  أحدث الصورأحدث الصور  التسجيلالتسجيل  دخول  

 

 Stêrên tarî

اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
lawiciya




المساهمات : 42
تاريخ التسجيل : 19/02/2010

Stêrên tarî Empty
مُساهمةموضوع: Stêrên tarî   Stêrên tarî Emptyالجمعة مايو 21, 2010 9:37 am

Stêrên tarî
Serçên evînê li dor te
Û şev şaşmayî
Pîlpîlok û hîv
Di xewdene .
Di singe te da
Bi qirîneka dirêj
Bere te hat ...........
Û peyv
Wek stêrk û bîranîn
Hatine cem te
Û dil bere rojê çû
Ûçire rondide
Û payiz destpêdike bi civînên berê .
Ramûsê cên
Li ser lêva
Daxuşîn
Li vê derê û kêlekê beravê
Stêrkên çavan tiji dibe
Û şev fereh dibe
Û bi rengên koçeriyê
Ti têyî û dimeyilî
Wekî gêlim
Û kiyê were kuştin....?
Gelo ez zanim .....?
Zimanê te diqurmiçe
Û hêvî berdewam
Sibe diket bi hêdî
Îçe razagehê te
Û kêlekê darê xurmê
Çav kuxwîyan û çûn
Ge sibe bimaya
Wîne serhev perîşaniye min
Û ezman tariye
Û awir bê xew
Tîpan ji hev dike
Ên hinda
Û dilîze bi demê re
Û çavê xwe amadedike
Ji bo koçeriyê
Û di dil de
Hate çandin
Stêrkek dirêj
Û çem di destî min da
Bûye sterk
Çiçek perçene
Û dil
Li siyexwe hilkewaşt
Û mirin
Ji min pirs dike :
Gelo ezê te bibînim ..?
Û bi çav te
Fêrbim evînê
Mewkibiya ên kulan
Temaşe dike
Li ser hêvê
Min pirsên xwe kirin
Bi roniyê ka boş
Û stêrkan sirûd xwend :
Tîp hindabûn
Û deng hatine vaşartin
Û nemaye kes bes stêrên çavan
helbestvan-dozgin hemo
wergirandin-lawiciya
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
 
Stêrên tarî
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
Xwendevanên Azadi :: الفئة الأولى :: القسم الكردي :: تعليم اللغة الكردية-
انتقل الى: